الجمعة، 18 أبريل 2008

SENA

SENA
 


Tu xwedê minî azdayî
Êkî li ezmanî pedşayî
Tû serwerê heftayî
***
Tû Durry û ji durrêy
Tû nûrî û ji surrêy
Her tû ji bo min xwedêy
***
Miliyaket ji nûra te ye
Behir ji kerema te ye
Erd ji firwara te ye
***
Êkî li ezmanî xweday
Nûrî durî û pedşay
Layiqî pesin û senay
***
Tû serwerê miliyake te
Xwedê heftî û du milete
Her tuy hîviya xuliyqete
***
Tû melkê ens û cinsî
Te xulqand gay û masî
Layqê erş û kursî
***
Tûy xwedanê destûra
Mishefa reş mişûra
Celu êncîl zeburea
***
Laliş ji nûra te ye
Kehbe ji heybeta te ye
Qudis ji kerema te ye
***
Te av li coya hurand
Durr li behra efirand
Kewn û beşer te xulqand
***
Xwedê minî yezdanî
Tû layiqi pesnanî
Bo min ol û erkanî
***
Tû Xwedê heqîqetê
Nij yarê wê cinnetê
Sebir ji kerema te tê
***
Her tûy yezdanê mezin
Horî û hêvên cot kirin
Heqîqet pê rêkirin
***
Heqîqet û surete
Jê çêdibûn coqe te
Mi ji pedşê xo minete
***
Pedşo bo min semiyanî
Xwedê erd û ezmanî
Ol û atqan erkanî
***
Tû xwedê qelindere
Delîlê pêxembere
Hiviya mi ji te mehdere
***
Êkî xwedê her tûy
Nijyarê kewnê tûy
Aşqê derwêşa tûy
***
Tû surî , tû nezerî
Aqubetî mehderî
Pedşay her û herî
***

ليست هناك تعليقات: