الجمعة، 18 أبريل 2008

NIJYAR



NIJYAR
Pedşa ye û mewlaye
Pedşa li hukmî rewaye
Wî dehîr kir duhaye
***
Firwar ji behrêt kûre
Hilme rastîye nûre
Wê dehir bit distûre
***
Distûre û yasaye
Firwara pedşaye
Dure heqîqet têda ye
***
Berî quds û orşelîme
Berî nebî Brahîme
Ez heme sura zindîme
***
Xudê êke xudê ye
Hêvênê wî ji sure ye
Ew babe û kure û dê ya
***
Ji nûrê çêbun Miliyaket
Ji surê ne û ji qudret
Her heft yarê bi îcazet
***
Ewin Meilkêt bedil
Bi maşin ji pedsê celîl
li hizreta melkê celîl

Yezdane pet
şê mezin
Firwarek hate gotin
Dur lerizî xuh jê ketin
***
Xuha durê xunave
Behra bê bine aver
Pedşa kelekê da nave
***
Pedşa li merkebê siware
Pedşaye û hereçar yare
Lalişe girtin ware
***
Lalişa nûranî ye
Ji qudretê çekirî ye
Ji sura melkê jorî ye
***
Xwedê duhayek lê bû
Duha li avê û behrê bû
Ji behrê hêlimek çêbû
***
Hêlim çobû ezmane
Xemlandî bi stêrane
Ew firwara pedşane
***
Dayê nûra muhbetê
Ron bû bi şewqa qudretê
Ew bû berê qubletê
***
Ew roj rojek nîşane
Çarşembûwe Nîsane
Îda miliyaketa ne
***
Pedşa hate suhbetê
Bû şerwerê coqetê
Efirandin hed û sed ê
***
Wan hed û sed çêkirin
Duhaye xo lêkirin
Heqîqt pê rêkirin
***
Heqîqet ne şirhete
Sur û atqan û xete
Li ba pedşê min heybete
***
Sur ji navê durêye
Pedşaye her xwedêye
Kira riknê erdêye
***
Hijmar bûwe çil sale
Erde ne ye bi heşare
Heta sur nête diyare
***
Sur jî ji dura wîye
Lalişa kaniya sipîye
Bû hêvênê erdî ye
***
Laliş hêvênê erdî
Erd bi hêvênî tebitî
şiniyê girt çar qurnetî
***
Kû erd bi xemlê avabû
çar reng tev vestra bû
Agir ax av û ba bû

Her
çar ji durê efifîn
Leşê adem sêwirîn
Giyan mabû bê ruh û jîn
***
Heft sed sal giyan yî xave
Heft sur hatine hindave
Ruh çima naçiye nave
***
Bersiva ruhê wa ye
Li ba we her tişit rewaye
Firwar li cem pedşa ye
***
Li bana firwar kemilî
Nûr bû hingivt ye serî
Ruh hat giyan êwirî
***
Ji kasê Adem vecwarîya
Xûn û goşt tev lê gerîya
Ruh hat Adem vehejîya
***
Ew bû kasa muhbetê
Xudanêt kerametê
Adem pê ço cinetê
***
Pedşa xudan qudrete
Ji Adem çêbû coqete
Tev heftî û dû milete
***
Ademe û horî ye
Sura melkê jorî ye
Jê cota çêbûn cindiye
***
Hêvên ji heqîqetê
Ewe sura sunetê
Dahirbû gel coqetê
***
Dahir bû azdaî ye
Kolê pedşê jorîye
Feqîrê kaniya sipîye
***
ew diyariya miliakete
xudan tok heqîqete
min ji pedşê xo minete
***
Bedîla nûhê nebiya
Beşerî ji bîrkir pedşa
Lew ava reş lê geriya
***
Dahir bû xalek ji qendîl
Ew bû Birahîm Xelîl
Sê sur lê dibûne delîl
***
Xo naskir Brahîm Xelîl
Bû pêxemberê bedîl
Got êke melkê celîl
**
Paşî Îsa û Musa ne
Pêxemberên erda ne
Wan jî yasa dana ne
***
Yasa û mişûr û xete
Tev durin ji qudrete
Ji ba xudê û miliyakete
***
Baweriya min xudêye
Êke li ezmanî çêye
Heft miliyaket ji nûrêye
***
Her heft surêt qudretê
Serwerin li cinetê
Firwar ji ba pedşê mete
***
Firwar ji ba pedşane
Êk serwerê heftane
Diyarî tok û erkane
***
Serwerê hefta êka
Şêrîn Tawisî Meleke
Miraza hasil dike
***
Tawisê miliyake te
Meleke nûre heybete
Meferê me li axrete
***
Meferê Êzidî ye
Li ba pedşê jorîye
Nûre û sure û heqîye
***

ليست هناك تعليقات: