الأربعاء، 30 أبريل 2008

Beyta Şêwra

Beyta Şêwra


Şêwira me ji pedşaye
Mêra bersiva wê daye
Şêwirmend xo xwedaye
***
Yezdane û şêwir mende
Xudan maf nabin hinde
Rastî li bal ye rinde
***
Rastî îmana mêre
Mêr bi îmanê serwêre
Pedşê min vêt hinêre
***
Rastbin ne bes gotinê
Bi xebat bin rûyê …. dinê
Da li dojê nêyn sotinê
***
Bi xebat bin net xew giran
Êqîn û heq û atqan
Ol û îman û erkan
***
Feqîre xerqe li xo kir
Xwe ji manêt vê dinê kir
Lew li behiştê çî çêkir
***
Ew feqîrin zergunin
Li xizmeta pedşê minin
Li axretê ew mominin
***
Li dinê xebat karin
Bi cotin him cotkain
Gel pedşê min ew yarin
***
Yar ewin bi celew bin
Li dinê û axretê ferbin
Da li dîwana mefer bin
***
Mefer bin li meydane
Tok û sur û nîşne
Firwar petşê min dane
***


Firwar toka zêrîye
Nîşana Êzidî ye
Ji ba melkê joriye
***
Maniya tokê celewe
Diyariya pedşay ewe
Melek pê pêşî rewe
***
Bû serwer li ezmanî
Çak rêya xwedê zanî
Bo min ol û erkanî
***
Erkana min eve ye
Êk xwedê min ewleye
Nûra wî heft parçeye
***
Firwar tev ji ba wî ne
Tev hukmê îlahî ne
Yasayêt vî erdî ne
***
Yasa êqîna raste
Heqîqet wî bîraste
Mêr nabit bêye weste
***
Ji hostay bibin zaniyar
Ji xwedê ye ev firwar
Da li behiştê çêken war
***
Kurmanc bin xebata xo
Hevalêt coqeta xo
Da bi rubin ba pedşê xo
***
Pedşê min aqil date
Hinciayê li dinê bi xabate
Ew kes xudan Berate
***
Rastiye beratê ewe
Xilmeta heq bedewe
Hinciyê li dinê bi celewe
***
Pedşay nêr û mê dane
Ew ji duaye pedşane
Hev parin li ezmane
***
Bizava dinê ewin
Beniyêt pedşê min ewin
Ji kok û biniyat wek hevin
***
Efrandin ji qudretê
Bûne cot bo loqetê
Wek hevin li ebadetê
***
Êqîna me xwedaye
Bawirya tev ezdaya
Sema herdû nifşaye
***
Firwar ji ba petşaye
Petşa li gotê rewaye
Li nêr û mêya duhaye
***
Nêr û mê ji yek darin
Tev ji kaniya zelalin
Dinê û axretê hev parin
***
Mor û duha jî ferin
Wekî rojya mehderin
Mehderên her û herin
***
Sê mehwerên îmanê
Gel bawiryê û atqanê
Tev loqetê û nîşanê


Nîşan toka azdaye
Tok diyariya xudaye
Atqan pê bû rewaye


***
hin Kolin û koledarin
ji behiştê xo bê parin
Li ba pedşê bê warin
***
Firwar ji pîra ye
Hêvên ji pedşa ye
Bi ken cot azdaye
***
Firwar ji pedşê delale
Ezday lêk helale
Tev ji kaniya zelale
***
Tok li sukra xo kirin
sur û nûr qebûl kirin
Lewma xo helal kirin
***
Eslê benya cewhere
Sure û nûre û nezere
Lewe çêbûn pêxembere
***
Tev bo rastiye însanî
Rêya xwedê xo zanî
Pedşa êke li ezmanî
***
sêne ferzêt azdaye
Ev firwara petşaye
Mor û rojî û duhaye
***
Mora kaniya sipî fere
Laliş cîkê mehdere
Sura wê ji her û here
***
Ji ferêt êzidîya
Serweer bin li sêwiya
Xelqê hejar birsiya
***
Welat bin welatî bin
Bi mor ji kaniya sipî bin
Cindiyêt pedşê jorî bin
***
Ji benî ademî xelat
Ji ba pedşay Berat
Da bi destê we bin civat
***
Rêka azday îmane
Pedşa yê min semiyane
Êke xwedê li ezmane

ليست هناك تعليقات: