الجمعة، 18 أبريل 2008

BEYTA DERWÊşA



BEYTA DERWÊşA
 

Derwêşin qelinderin
Merîfetê serwerin
Qelinder bi mehderin
***
Zanîn û fer esasin
Hilm û terîqet nasin
Ew jî muhbet û kasin
***
Ew kasa nûranîye
Kasa sura jorîye ye
Vexwar malêt Adiye
***
Adîne û derwêşin
Rastî heqîqet bêjin
Li cem xasa wê li pêşin
***
Wê li pêşin çinku bi Celewin
Li meydane her ewin
Hizreta pedşê şiyarin ne bin xewin
***
Şiyarin bo hebadetê
Wesfa pedşê diden ji qudretê
Ewin aşiqêt Suka Merîfetê
***
Aşiqêt Suka Merîfetê ewin
Çikû bi erkanin bi celewin
Şiyarin her dem ne bi xewin
***
Şiyarin bo marîfetê
Cel û Misef û xetê
Ew jî durin ji durêt qudretê
***
Ew jî kilîmêt mişûre
Jê hilgirtin qelem û xet û distûre
Sed xozme wî şabit bi wan nûre
***
Ewin malêt derwêşe
Bi wê nûrê di çin pêşe
Lew derman diken derdan û êşe
***
Ewan êş derman kirin
Rastî û heqîqet diyar kirin
Lew xafil ji xewa rakirin
***
Jêra dibêjin rastiye
Hirşê pedşê min jorîye
Mehdere mêran heqiye
***
Serwerin bi marifetê
Bi ilm û mişûr û xetê
Ji wan bigrin tor û hebadetê
***
Ji wan fêrbin îmanê
Duha û ferz û nîşanê
Da qayîm ken atqanê
***
Atqana min îlahiye
Ziyaret Lalişa kaniye sipîye
Pedşa bixo melkê joriye
***
Pedşa bi xo xwedê ye
TawisMelek nûre ji nûrêt pet
ş
ye
hate ba sêxê min muhbeta kasêye
***
Ew kasa ji sura qudretê
Şîxadî jê hilîna para muhbetê
dahir kire dinê bi rengê kerametê
***
şêxê min bi kereme bi hinere
şade bi navê xwedê û Tawisî-Melek fere
Pedşê min êke li ezmanî serwere
****
Ewe serwerê qelidere
Ji ba wî têtin mehdere
Malo çep ne de ji fere
***
Ji fera xo baneden
Ji rastiyê xo çepneden
Para îmana xo biden
***
Para îmanê rastîye
xîret cewher heqîye
Da bi gehine rêza cindiye
***
Cindî xerqe nijyarin
Li rûyê dînê bi karin
Lew li axretê bi parin
***
Behişt ciyê qelindere
Derwêşa û xudan fere
Pedşê min li wan mehdere
***
Derwêş yît pîrin
Li axretê sexbîrin
Bi ilmê xwedê jîrin
***
Pîr yî derwêşe
bi ilmî ser kêşe
li dîwana wêl pêşe
***
Heger pîr ne westaye
Ney bi fere bi duhaye
Ne maş û bê sema ye
***
Westa ferek esase
Li dîwana xasa base
Xudê da wan wekaze
***
Westa û derwêş bi nûrin
Zaniyarin behrêt kurin
Ji bo azdaya destûrin
***

ليست هناك تعليقات: