Oxir
Ger min zanîba
jêk dûrbûn ji
ziravî tehil tire
û jehra marî kujek tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
rondikên Diyana wê bibarin
kovanên wê wa dinalin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
hesta te ji xunavê nazik tire
Û dilê te
ji perên pêlîtankê tenik tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
behara min zivistana
Û zozanê min bê pûtana
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
evîna te ji zagrosî mezin tire
û girnijîna te
ji duhaya rojê pîroz tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Bala çinara min dê kin bitin
ronaya şemsê min dê kiz bitin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Dicle û furat cotên kezyên te ne
Lalis û dêr û mizgeft dîwanên tene
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Roj û stêr û heyv na gurmijin
Cotê lêvên monalîza
tayên simbêlên min na mijmijin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
feqra çeqeltûwê geş naketin
Çirayên xas û qelendera ron naketin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
laliş çawîşî himbês naketin
Kanya sipî wekazê wî mor naketin
Ev oxire min ne dixwast
sherif
Ger min zanîba
jêk dûrbûn ji
ziravî tehil tire
û jehra marî kujek tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
rondikên Diyana wê bibarin
kovanên wê wa dinalin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
hesta te ji xunavê nazik tire
Û dilê te
ji perên pêlîtankê tenik tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
behara min zivistana
Û zozanê min bê pûtana
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
evîna te ji zagrosî mezin tire
û girnijîna te
ji duhaya rojê pîroz tire
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Bala çinara min dê kin bitin
ronaya şemsê min dê kiz bitin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Dicle û furat cotên kezyên te ne
Lalis û dêr û mizgeft dîwanên tene
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
Roj û stêr û heyv na gurmijin
Cotê lêvên monalîza
tayên simbêlên min na mijmijin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
feqra çeqeltûwê geş naketin
Çirayên xas û qelendera ron naketin
Ev oxire min ne dixwast
Ger min zanîba
laliş çawîşî himbês naketin
Kanya sipî wekazê wî mor naketin
Ev oxire min ne dixwast
sherif
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق