الجمعة، 23 مارس 2012


Dayê

Ve hatme ve welatê xwe
Ve hatime ve
Da rondikêt çavê te
Biwestînim
Girîya te
bikeme kenî
Şîna te
Bi kema zemawend
Çarka serê te rengîn bikem
Kofya serî sipî
Kesk û sor û zer bikem
Şûna girîyê
Girnijîneke delal
Dilê te yê xemgin
Şabikem
***
Ve hatime ve
Şîrê singê te dayê
Li gerdena xo aza bikem
Pişt û berekê
Li gel dengê dihol û zirna
Bi kal û pîrêt gundê xo
Rêk bikem
Navê xemgîn û hiznîya
Ji nasnamêt welatê xo
xic bikem
Ji nûve
Kulîlkêt pawanê te
Ji bin pêlavêt cendirma
Xilas bikem
Qeftkêt gula
Li zehmanêt pîroz
Par bi bikem
***
Ve hatime ve day
Careke dî
Birc û bala amide
Pytextê kurdistanê
Ava bikem
Şûna  her şê stûnêt mehabatê
Qub û hilêla ciwan bikem
Simatekê li girê qoncexê
Li ser kêla qehremanekî
Rûkem û li ser bîst hezar
cangawira belaf bikem
Li ser her ruheke pîroz
Çirayên Lalîsê ron bikem
Ruhên pîroz bi qelenderî
Nav bikem
Lewendiya Miradî û Adoy
tewaf bikem
Careke dî
Zarokêt te
Li kanya sipî
Lalişa nûranî
Mor bikim
***
Ve hatmeve dayê
Cotê çavêt xo
Ji semaye pîroz
Ron bi kem
Bidîtina westa û feqîra
Çawîşa û şkestiya
Têrbikem
Tev fitîlên
Çirayên xas û qelendera
Bi van destên xo
Ron gesh bikem
Agirê çeqeltûyê
Li suka marîfetê
Geş bi kem
Ruha xo
Li ber şibaba qewalî
Û dengê qosa û
bêhna bixûrê
Paqişkem
Zengîn bi kem
Ava furatê
Li çemêt kurdistanê
Par bikem
Welatê rojê
Kurdistana rengîn
ava bikem
Ava bikem
***


ليست هناك تعليقات: