Beyta kanya Sipî
Berî ne erd hebû ne ezmane
Qudret û muhbet lêk gerane
Kaniya sipî ji batinda bi
xudane
*
* *
Ava kaniya sipî qudrete
Mehdere li axretê şefahete
Ferze êqîne loqete
*
* *
Ferze ji bo nêr û mêye
Tevaya xulyaqetê erdêye
Hêvênê wê ji xwedê ye
*
* *
Mora kaniya sipî fere
Ji bo însanî mehdere
Firwar ji melkê ekbere
*
* *
Eve firwara petşaye
Mora kaniya sipaî rewaye
Fere û atqana ezdaye
*
* *
Ezdaya û petşaye
Petşa li hukmî rewaye
Sêne ferên ezdaye
*
* *
Roj û duha jî ferin
Li gel morê mehderin
Mehderên her û herin
*
* *
Mor li kanya sipîye
Rojî bi navê êzîye
Duha fere û heqîye
*
* *
Roj bergeha tok nîşane
Rist û simbêl jî erkane
Pê temam dibin îmane
*
* *
Pê temam dibit îmane
Xîret ferek girane
Serê hemû ferane
* * *
Mora kaniya sipî fere
Laliş cîkê mehdere
Nûra wê ji her û here
* *
*
Ji nûra îlahîye
Mor mora kaniya sipîye
Hêvênê vî erdîye
* *
*
Firwar ji ba petşaye
Petşa li gotê rewaye
Li nêr û mêya duhaye
* * *
Nêr mê ji yek darin
Tev ji kaniya zelalin
Dine axretê hevparin
* * *
Ji yek nûrê vejîne
Xûn û goşt lê hûrîne
Teva ji tokê êqîne
* *
*
Êqîna me xudaye
Bawirya tev evdaye
Sema her dû nifşaye
* *
*
Sê mehwerên îmanê
Gel bawirîyê û atqanê
Tev loqetê û nîşanê
* * *
Nîşan toka ezdaye
Tok diyarîya xudaye
Atqan pê bû rewaye
* * *
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق