Kawe
Kawey sedey bîstem
Ney girtî ye
Pêxemder Isa
Ney hilawîstî ye
Şîxadî tek kiras
Gihorî ye
Siltan sehaq
Bi rengekîdî zindî ye
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere zehakîye
***
Xanê lep zêrîn
Li kehla dimdîmê
Sûnt xwarî ye
Filîtê qito
Bi xencera deban
Pêşya faşista girtî ye
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere zehakî ye
***
Borê memoy
Qeyda lingê xo
Parçe parçe kirî ye
Pêçolka kurda
Dezbûnka xo bizdandîye
Agirê newrozê
Qişla zehakî sotandî ye
Qazi mehmet
Di haware amide
hati ye
Kawey ney girtî ye
Kawe qesabê sere
zehakî ye
***
Ehrîmen
Qet çû cara
Min nenasî ye
Duha ya rojê
Min bawîre qebûl bû
ye
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere
zehakî ye
***
Mafê însanî
Serê xo bo min
çemandî ye
Peykerê azadîyê
Li emrika rû reş
Xo xapandî ye
Koma Ûno
Civata ehrîmena
Guhêt xo şorkirî ye
Çavêt xo niqandî ye
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere
zehakî ye
***
Agirê fireydûnî
Ji nû ve
Li serê çiyayên
kurdistanê
Gurya wî bilind bû
ye
Bejna diwarê amedê
Carekedî
Berz bû ye
Agirê çeqeltû ye
Li lalişa nûranî
Ji nû ve ron bû ye
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere
zehakî ye
***
Eflatun li komara
xo
ne xwedî ye
Eskaender bê nevî
ye
Ahoramezda xwedayê
zerdeştî ye
Her dem li ser
tarîstanê ketiyê
Kawe ney girtî ye
Kawe qesabê sere zehakî ye
***