Beyta Şîxadî
Hey şêxê mino semyanî
Kerem ji qendîl hat ji banî
Lew cîyê te bûye Lalişa nûranî
***
Şêxê min şêxekî bi kereme
Şêxê mino keramet li ceme
Li hemû wexta muhtacî , te me
***
Xudan keremî qelenderî
Ji pesna tu şêxekî bab zerî
Ez mirîdim tu Şefahetî mehderî
***
Kerema te ji pedşê ye
Kilîma te ji nûrê ye
Tu durî eslê te ji durê ye
***
Sêxê min bi ol û rekan û yare
Nûra Tawisî-Melek firware
Lew Şêxê min lalişê girt bû ware
***
Sed xozme wî şêxî bi kerem bit
Roja axretê mehder bit
Zana û dil gîr û Şefahet bit
***
Sêxê min şêxekî bi erkane
Wê li dîwana welya û xasane
Mêrkî bi nûre feqîr lê bûn mêvan
***
Şêxê min ji mala Adiya ye
Bi sur û nûr û duha ye
Wa li ba şêxî kerem û nûra pedşaye
***
Firware Şêxê min ji xuda ye
Sêxêki binûre li hilmê xo rewa ye
Ew jî nûreke ji nûrêt petşa ye
***
Sêxe min mêrkî çê ye
Kerema wî ji nûra pedsê ye
Lew dahir bû ser ruyê erdê ye
***
Dahir bû şirovekir hilmê mewlê ye
Bawirya mêra wehil qehar Xudê ye
Hêvênê her heft miliyakete ji nûrê ye
***
Mêr bi mehrîfetê wê li pêşe
Bi ol û erkane ser kê şe
Qelender him westaye him derwêşe
***
Derwêş yet qelinderin
Li dîwana xasa mehderin
îman û aqûbet roja axretê ferin
***
îmana min xudê ye
Tawisî Melek ji nûrê ye
Nûr jî , ji pesna petşê ye
***
Esil , êqin û bawirîye
Rastî muhba îlahî ye
Mehdera mêra heqî ye
***
0 التعليقات:
إرسال تعليق